Ji bo lêkolînkirina êrîşa Hewlêrê "ekîba lêpirsînê" wê were avakirin

Ji bo lêkolînkirina êrîşa Hewlêrê "ekîba lêpirsînê" wê were avakirin

Pêşengê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyand, ji bo lêkolînkirina êrîşa moşekan a li dijî Hewlêrê ew ê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra ekîbeke lêpirsînê ya taybet ava bikin.

Pêşengê PDKyê Barzanî der heqê hevdîtina ku bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî ra kir, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Barzanî di parvekirina xwe da destnîşan kir ku wan bi Kazimî ra civîneke mifadar kir û wiha dewam kir, "Me li ser hin mijarên ku di rojeva Iraq û Kurdistanê da ne, hevdîtin kir û bi taybetî em li ser êrîşa dawîn a ku li dijî Hewlêrê hat kirin, sekinîn. Min û serokwezîr, me biryar da ku ji bo lêkolînkirina rastiyên bûyerê ekîbeke lêpirsînê ya taybet ava bibe."

Kazimî di çarçoveya ziyareta xwe ya li Hewlêrê da bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ra jî hevdîtin kiribû.

Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê cihên ku di êrîşê moşekan da zirar dîtin jî ziyaret kiribû.

- Çi bibû?

Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 13ê adarê da daxuyandibû ku ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê kirin.

Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê xwe yê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî dabû.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.

Hatibû gotin ku êrîş bi şev di saet 01.00ê da hat kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ye.

Parêzvanên Şoreşa Îranê êrîşa dijî Hewlêrê hildabû ser xwe û di daxuyaniya xwe da gotibû ku Îsraîl di demên dawîn da li herêmê êrîşan dike û ji ber vê navendeke Îsraîlê bi moşekan hat bombekirin.

HKIyê jî gotibû êrîşên Îranê dubare dibin, bêdengiya civaka navneteweyî rê li ber van êrîşan vedike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE