Qesra Spî ragihand ku ew ji gotubêjên bo dexl û danê Ukraynayê tênkirin hêvîdar in û ji hewlên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî razî ne.
Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane da polîtîkaya derve ya Amerîkayê nirxand û pirsên rojnamegeran bersivand.
Der heqê civîna ku li Îranê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê hat kirin da Kirby ragihand ew şîroveyê ji welatên beşdarî cinîê bûne ra dihêle û wiha domand: "Ji bo me hevdîtinên Tirkiyeyê yên bo dexl û dan ku bi Rûsya û Ukraynayê ra dike muhîm e."
Kirby destnîşan kir ku ew hêvîdarin dexl û danê Ukraynayê bigihîje bazara navneteweyî û wiha domand: "Hekbet em ji pêşengiya Erdogan razî ne. Serok (Joe Biden) di vê mijarê da jê ra spas kir. Erdogan ji bo derxistina dexl û dan hevdîtinan dike ku bila encameke erênî derbikeve."AA