"Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra tu biryara me tune"

Hesen Rûhanî: "Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra tu biryara me tune û tunebûn. Helbet pêşniyazên ji bo wê hebûn lêbelê me tu carî bersiveke erênî neda. Amerîka heke dawî li hemû mueyîdeyên xwe bîne mimkûn e ku beşdarî civînên 5+1ê bibe"

"Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra tu biryara me tune"

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku bi birêvebiriya Washîngtonê ra ji bo mizakareyan tu biryarên wan tunene lêbelê heke Amerîka dawî li mueyîdeyên xwe bîne dikare ku beşdarî civînên 5+1ê bibe.

Serokkomarê Îranê Rûhanî dema dengdayîna pêbaweriyê ya namzedên ku ji bo Wezareta Mîrateya Çandî, Hunerên Destan û Turîzmê û Wezareta Perwerdeyê pêşkêşî Parlementoyê kir axivî û mijarên di rojevê da nirxandin.

Rûhanî diyar kir ku der barê mizakereyên bi Amerîkayê ra berî niha çendî caran daxuyanî dan û hin gotinên wî yên der barê mijarê da şaş hatin şîrovekirin û wiha axivî: "Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra tu biryara me tune û tunebû. Helbet ji bo vê pêşniyaz hebûn lêbelê me tu carî bersiva erênî neda. Amerîka heke dawî li hemû mueyîdeyên xwe bîne dikare beşdarî civînên 5+1ê bibe. Dema mizakere tê gotin hin kes mizakereyên dualî fehm dikin lêbelê mizakereyên dualî bi tu awayî di rojevê da nînin."

Rûhanî dubare kir heke ji mizakereyên ku bi welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ra dikin heta roja pêncşemê tu encam dernekeve dê pêngava sêyemîn îlan bikin û got ku piştî pêngava ewil a ku avêtin firsendeke dîrokî dan welatên 4+1ê û di nav maweya ku dan da dikarin teahudên xwe pêk bînin.

Rûhanî parast piştî ku Amerîka ji peymana nukleerê derket welatên YEyî jî peywira xwe bi cî neanîn û îdia kir ku heke teahud bên tetbîqkirin dê Amerîka ji hêla siyasî, civakî û aboriyê va jî têk biçe.

Rûhanî diyar kir ku Îranê piştî maweya bi qasî salekê biryar da ku ji bo kêmkirina teahudan polîtîkaya dijber bike û ev gotin: "Me divê ji bo kêmkirina teahudên xwe pêngav biavêtina û me di 8ê gulanê da merhaleya ewil da destpêkirin û maweya bi qasî 2 mehan da. Ji ber ku di maweya hat dayîn da weadên xwe bi cî neanîn me pêngava duyem jî avêt û niha hindik maye ku du mehên duyemîn jî temam bibin."

Birêvebiriya Amerîkayê di gulana 2018an da ji peymana nukleerê ya ku di sala 2015an da di navbera 5 endamên daimî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Almanya û Îranê da hat îmzekirin yekalî vekişiyabû û dîsa mueyîdeyên dijî Tehranê xistibûn rewacê.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE