Ji bo namzedê serokomariyê lihevnekirina PDK û YNKê

Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed eşkere kir ku piştî YNKê dê ew jî namzedê serokomariyê derxînin

Ji bo namzedê serokomariyê lihevnekirina PDK û YNKê

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) lihevnekirina ji bo serokomariya Iraqê ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dewam dike.

Piştî ku YNKê ji serokwezîrên berê yên HKIyê Berhem Salih wek namzedê serokomariyê nîşan da çav ketin ser PDKê.

Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniya ku da çapemeniya herêmî de got ku PDK dê namzedê serokomariyê derxîne, ev yek mafê partiya wî ye.

Mehmûd bi bîr xist ku bi YNKê re ji bo namzedê hevpar hevdîtin kirin lê belê partiya navborî bi awayekî yekalî namzed eşkere kir.

Duh YNKê îlan kiribû ku Berhem Salih namzedê serokomariyê yê YNKê ye.

Arîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê yê berê Berhem Salih par ji partiyê veqetiyabû û bi navê "Hevpeyman ji bo Demokrasî û Dadperweriyê" teşekûleke nû ava kiribû. Lê belê Salih ji bo namzediya serokomariyê bi awayekî fermî serî li YNKê dabû û ji "Hevpeyman ji bo Demokrasî û Dadperweriyê" ya ku avakerê wê ye veqetiyabû.

Li Iraqê aliyê ku serokomar ji nav Kurdan diyar dike ji sala 2005an vir ve YNK ye lê belê PDKya bin serokatiya Mesûd Barzanî de diyar dike ku ji hilbijartinên giştî yên 12ê gulanê vir ve peymaneke wekî ku dê serokomarî her dem bidin YNKê tu peyman nehatiye kirin ji ber vê yekê dibe ku namzedê wan bixwe jî derkeve.

Parlementoya Iraqê di rûniştina ku dê di 25ê îlonê de bê kirin serokomarê xwe yê nû hilbijêre.

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE