“Ji bo piştgiriya ku dide penaberên mihtacî parastinê ez ji dil û can spasiya Tirkiyeyê dikim“

“Ji bo piştgiriya ku dide penaberên mihtacî parastinê ez ji dil û can spasiya Tirkiyeyê dikim“

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo piştgiriya ku dide penaberên mihtacî parastinê, spasiya Tirkiyeyê kir.

Guterres li New Yorkê di vekirina Avahiya Nû ya Mala Tirkan (Turkevî) da ku Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî û Serkonsolxaneya New Yorkê ya Tirkiyeyê tê da ye, got ku di navbera Tirkiye û NYê da tevkariyeke tekûz heye.

Guterres got, "Ez bixwe aşînayê comerdiya mezin a Tirkiye û civaka Tirkan im ku nîşanî penaberan didin. Ji bo piştgiriya ku dide penaberên mihtacî parastinê ez ji dil û can spasiya (Tirkiyeyê) dikim."

Guterres diyar kir, jimara kesên ku ji ber şer, tundî, zext û binpêkirina mafên mirovan direvin derketiye asteke rekor û wiha dewam kir, "Ez bawer dikim ku Tirkiye wê bi piştgiriya civaka navneteweyî, çi ji dest were, wê bike. Ez piştevanî me hemûyan eleqedar dike."

Guterres daxuyand, ji bo ku pevçûn bi dawî bibin ji navgînên herî girîng yek jî Grûba Dostên Navçêtiyê ye û Tirkiye hevserokatiya vê grûbê jî dike û timî piştgiriyê dide. Guterres got ku em ji bo vê yekê jî ji Tirkiyeyê xweş in û bi Tirkiyeyê ra tevkarî wê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE