Ji bo piştgiriya psîkolojîk a nebînayan pêşbazî

Li Etarîba navçeya Sûriyeyê ji bo piştgiriya psîkolojîk bidin 35 nebînayan pêşbaziya sobaniyê hat kirin

Ji bo piştgiriya psîkolojîk a nebînayan pêşbazî

Li Etarîba navçeya li rojavayê Heleba bajarê Sûriyeyê ji bo piştgiriya psîkolojîk bidin 35 kesên hinekên wan di êrîşên rejima Esed hinekên wan jî ji dayikbûnê ema mane pêşbaziya sobaniyê hat lidarxistin.

Komeleya Şafakê ya li Sûriyeyê xebatên xwe dimeşîne bi hevkariya Komeleya Lijneya Giştî ya Nebînayan va ji bo kesên nebîna çalakî li dar xist û hin diyarî da 4 kesên di pêşbaziyê da ketin rêza ewil.

Wasîm Asadê Berpirsiyarê Navenda Civakê ya Mekeniyê ya li Îdlibê ya Komeleya Şafakê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin kesên hewcedariyên wan ên taybet hene xebat dan destpêkirin.

Asad destnîşan kir ku di çalakiyê da pêşbazên ji herêmên cuda hebûn û ji bo piştgiriya psîkolojîk bidin 35 kesên nebîna û balê bikişînin ser mijarê çalakî li dar xistin.

Enes Hemûdê nebîna yê ji rojavayê Hemayê koçî Îdlibê kir jî got di jiyana xwe da cara ewil e beşdarî pêşbaziyekê dibe û ji bo gelekî kelecanî bû.

Hemûdê di pêşbaziyê da kete rêza ewil diyar kir ku serkeftina xwe diyariyê malbata xwe û Komeleya Şafakê û Komeleya Lijneya Giştî ya Nebînayan ên pêşbazî li dar xistin dike.

Hemûd ji kesên enbîna ra jî got, "Pêşeroja we yê baş be. Bira tu kes heviya xwe nede der."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE