Ji bo rêveberiya Ebdulmehdî piştgiriya Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li Bexdaya ku piştî referandûma nemeşrû ya ku par li HKIyê hat kirin cara ewil hatê daxuyaniya "piştgiriya tam a ji bo Serokwezîr Adil Ebdulmehdî" da.

Ji bo rêveberiya Ebdulmehdî piştgiriya Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li Bexdaya ku piştî referandûma nemeşrû ya ku par li HKIyê hat kirin cara ewil hatê daxuyaniya "piştgiriya tam a ji bo Serokwezîr Adil Ebdulmehdî" da.

Barzanî li Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî ji aliyê Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed el-Helbûdî û ji fermandarên Heşda Şabî û serokê Koalîsyona Bînayê ya di parlementoyê de Hadî el-Amirî ve hat pêşwazîkirin û Barzanî di çarçoveya têkiliyên xwe yên Bexdayê de pêşî bi Serokwezîr Ebdulmehdî re hat bal hev.

Ebdulmehdî di hevdîtina ku li ofîsa Serokwezîriyê hat kirin de ji bo Barzanî got ku "Yek ji kesên ku piştgirî da ku dîktatoriya li Iraqê xilas bibe û rêbertiya guherîna demokratîk kir" û got ku "Em hêvî dikin ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan û destkeftiyên ku hatin bidestxistin di navbera Bexda û Hewlêrê de ziyaretên bi vî awayî bidomin."

Barzanî jî ji ber hikûmeta nû Ebdulmehdiyê ku gotê "dost û birayê min" pîroz kir. Serokê PDKê got ku dê ji bo avakirina Iraqa nû piştgiriya xurt bidin Serokwezîr Ebdulmehdî.

Barzanî bi hevdîtina bi Helbûsiyê Serokê Parlementoyê re ya ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin têkiliyên xwe yên Bexdayê domandin û pişt re bi serokê Koalîsyona Bînayê Amirî re hat bal hev.

Barzanî pişt re Amirî re civîna çapemeniyê ya hevpar kir û got ku "Armanca ziyareta min a Bexdayê ew e ku ez peyama 'Em amade ne ku li Iraqê firsenda nû ya ku pêşkêşî me kirin binirxinin' bidin derve û hûndir."

Barzanî dê îşev li Bexdayê bimîne û tê payîn ku sibê derbasî Necefê bibe û bi serokê Tevgera Sadr Muqteda es-Sadr re bê bal hev.

Serokê Konseya Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzaniyê kurê wî jî digel Mesûd Barzanî ye.

Mesûd Barzanî piştî referandûma nemeşrû ya ku di 25ê îlona 2017an de hat kirin cara ewil Bexdayê ziyaret dike.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE