Ji bo salvegera yekem a serkeftina Qerebaxê bi hezaran kes meşiyan

Li Bakuyê ji ber salvegera yekem a serkeftina Qerebaxê ya Azerbeycanê bi hezaran kes meşiyan.

Ji bo salvegera yekem a serkeftina Qerebaxê bi hezaran kes meşiyan

Li Bakuya paytextê Azerbeycanê ji ber salvegera yekem a serkeftina Qerebaxê bi hezaran kes di çarçoveya "Roja Serkeftinê" da meşiyan.

Meşê li Meydana Azneftê ya Bakuyê bi sirûdên eskerî dest pê kir, xwendekarên lîseya eskerî, xaziyên Şerê Qerebaxê, hêzên girêdayî Fermandariya Xizmetên Sînor û welatî beşdar bûn.

Ji ber ku şer 44 rojan dewam kiribû xwendekarên lîseya eskerî wek sembola wan rojan alayeke Azerbeycanê ya 440 mêtroyî dan destên xwe û wisa meşiyan.

Welatiyan jî bi alayên Tirkiye û Azerbeycanê va dirûşmeya "Qerebax Azerbeycan e" berz kirin, sirûdan gotin.

Meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn li Muzeya Xenîmetan dawî bû.

Artêşa Azerbeycanê salek berê îro bajarê Şûşaya ya ku sembola Qerebaxê ye ji dagirkeriyê xilas kiribû.

Şerê di 27ê Îlona 2020î dest pê kiribû 44 rojan dewam kiribû. Di vê demê da ji 300î zêdetir cih ji dagirkeriyê hatibûn xelaskirin. Ji ber ku artêşa Azerbeycanê ketibû bajarê Şûşayê artêş Ermenistanê belav bûbû. Ermenistanê di 10ê Mijdara 2020î da têkçûyînê qebûl kiribû û ji bo ku artêşa xwe ji navçeyên Exdam, Kelbecer û Laçînê vekişe peymanek îmze kiribû.

Şer di 10ê mijdarê da dawî bûbû û Şûşa hatibû xelaskirin, lê ji ber ku ev dîrok salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk e, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev 8ê mijdarê wek "Roja Serkeftinê" îlan kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE