Li Japonyayê serokê Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) Kîşîda Fumîo di civîna derasayî ya li Meclisa Nûneran çêbû da wek serokwezîr hat hilbijartin.
Parlamentoya Japonyayê ji bo serokwezîrê nû hilbijêre di Meclisa Nûneran da (Şuugîn) civînek çêkir.
Di civînê da Kîşîda Fumîo ji 465 rayan 311 ray hilda û bû serokwezîrê 100emîn yê Japonyayê.
Di hilbijartina LDPyê ya hefta borî çêbû da Kişîda Wezîrê Reformê Konp Tara, Wezîra Karên Derva ya berê Noda Seîko û Wezîra Ragihandinê Takaîçî Sanaeyê têk biribû û bûbû serok.
Kîşîda wê heta 21ê Cotmeha 2021î serokwezîrtiyê bidomîne.
AA