Ji bo TEKNOFESTa Azerbeycanê amadehî kuta bûn

Ji bo TEKNOFESTa Azerbeycanê amadehî kuta bûn

Serokê Lijneya Rêvebirinê ya TEKNOFESTê Selçuk Bayraktar diyar kir, li Azerbeycanê coş û xurûşa TEKNOFESTê li her derê heye û wiha dewam kir, "Em li benda hemû xwişk û birayên xwe yên Azerbeycanî ne ku werin TEKNOFESTê."

TEKNOFEST li dinyayê Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya herî mezin e û Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê wê yê Ragihandina Global e. TEKNOFEST li dervayî Tirkiyeyê cara ewil wê li Azerbeycanê were lidarxistin. Di 26-29ê gulanê da li Baku Crystal Hall û Parka Neteweyî ya Tenişta Behrê were lidarxistin. Amadehiyên TEKNOFESTê li ber kutabûnê ye.

Beriya ku çalakî dest pê bike, Selçuk Bayraktar bi mensûbên çapemeniyê ra li qada çalakiyê geriya û stantên saziyên hevpar ziyaret kirin.

Bayraktar li qada çalakiyê daxuyanî da û diyar kir, ji bo ku têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê xurt bibin û ji bo ku pêşxistina teknolojiyên krîtîk wan biryar da ku TEKNOFEST li Azerbeycanê were lidarxistin.

Bayraktar destnîşan kir, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev wê roja şemiyê xelatên şampiyonên teknolojiyan bide wan.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE