Ji bo "The Ever Given"a Suweyş xitimandibû ji saziya Japonan 900 milyon dolar tazmînat tê xwestin

Ji bo "The Ever Given"a Suweyş xitimandibû ji saziya Japonan 900 milyon dolar tazmînat tê xwestin

Hat ragihandin ku ji saziya Japonyayê ya xwediyê "The Ever Given"a keştiya bar a hefteya çûyî Kanala Suweyşê xitimandibû 900 milyon dolar tazmînat tê xwestin.

NHKya weşangeriya kamuyê Shoeî Kîsena saziya Japonyayê wekî çavkanî nîşan da û diyar kir ku Îdareya Kanala Suweyşê (SCA) ji ber bûyerê ji saziya Japoyayê kêm û zêde 900 milyon dolar tazmînatê dixwaze.

Saziya Japonyayê destnîşan kir ku ji ber pereyê derbasbûnê yê nehat sitandin, mesrefên derxistina keştiyê tazmînat tê xwestin lê hetanî niha reqemeke wiha nehatiye dîtin, pereyekî zêde tê xwestin, ev li berevajiyê "rêgezên eşkere" ye. Saziyê got ku bi SCAyê ra mizakereyan didomînin.

Keştiya 400 mêtroyî di 24ê adarê da piştî bobelata qûmê ji rê derketibû li qeraxê asê mabû.

Piştî xebatên SCAyê di 29ê adarê da keştî hatibû xilaskirin û kanal ji nû va ji bo çûyîn û hatinê hatibû vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE