"Ji bo tola Qasim Silêmanî 13 senaryo di rojevê da ne"

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî diyar kir ku ji bo bersiva kuştina General Qasim Silêmanî, Tehran li ser 13 senaryoyan disekine.

"Ji bo tola Qasim Silêmanî 13 senaryo di rojevê da ne"

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî diyar kir ku ji bo bersiva kuştina General Qasim Silêmanî, Tehran li ser 13 senaryoyan disekine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Mehrê, Şemxanî wiha axivî, "Di civîna konseyê da ji bo tola Silêmanî 13 senaryo hatin rojevê. Senaryoya ku di asta herî jêr da ye jî heger were tetbîqkirin, dê ji bo Amerîkayiyan bibe kabûseke dîrokî."

Şemxanî der heqê senaryoyên navborî da zanyarî nedan û gotina rêberê dînî yê Îranê Elî Xamineyî ya "Hemû hêzên berxwedanê dê tola Silêmanî hildin" da bibîrxistin û diyar kir ku bersiv dê ne bi tenê ji êrîşekê pêk were.

Şemxanî îdia kir ku li herêmê eskerên Amerîkayê dewriyeyên xwe kêm kirin û vegeriyan baregehên xwe û wiha got, "Li herêmê 19 baregehên Amerîkayê hene. 11 jê nêzîkî sînorên me yên rojhilat û rojava ne. Li 8 baregehên li bakur û başûrê me ketine elerimê. Der heqê esker û techizatên wan ên li van deran da agahiya me heye. Em liv û tevgera wan a herî piçûk jî dişopînin."

Kuştina Silêmanî

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) 3yê rêbendanê ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.

Di êrîşê da ligel Silêmanî û serbazên Îranî, 10 kesên ku di navê da Mihendis jî heye, hatibûn kuştin.

Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşê da gotibû ku ji Amerîkayê tol dê were sitandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE