Ji bo Türkiyeyê ciyê fikarê ye ku Çekyayê li Qudsê ofîsa dîplomatîk vekir

Di daxuniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin, gava navborî di mefaya hewildanên têkbirina statuya Qudsê da ye ku ji parametreyên sereke yên nakokiya Filistîn-Îsraîlê ye.

Ji bo Türkiyeyê ciyê fikarê ye ku Çekyayê li Qudsê ofîsa dîplomatîk vekir

Wezareta Karên Derva ragihand ku ji bo wan ciyê fikarê ye ku Çekyayê li Qudsê ofîsa dîplomatîk vekir.

Di daxuniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin, gava navborî di mefaya hewildanên têkbirina statuya Qudsê da ye ku ji parametreyên sereke yên nakokiya Filistîn-Îsraîlê ye.

Di daxuyaniyê da bang li hemû civaka navneteweyî hat kirin ku rêzê nîşanî parametreyên navneteweyî yên statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê û çareseriyeke adil, mayînde û berfireh a pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê, bidin.

Der heqê gava navborî ya Çekyayê da wiha hat gotin, "Ji bo me ciyê fikarê ye ku li Qudsa ku statuya wê ya navneteweyî bi biryarên Neteweyên Yekbûyî hatiya parastin, ofîsa dîplomatîk hat vekirin."

Çekyayê 11ê Adarê li Qudsa Rojava nûnertiyeke dîplomatîk a girêdayî Balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê vekiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE