Li Resuleyn û Til Ebyada navçeyên Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin qursên zimanê Tirkî tê dayîn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê li Resûleyn û Til Ebyada ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji dagirkeriya rêxistinên terorê hatin xilaskirin xebatên ku bi kordînasyona Navenda Kordînasyon û Piştgiriya Sûriyeyê ya Walîtiya Rihayê (SUDKOM) tên kirin dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da li Til Ebyad û Resuleyna ku jiyan lê normalîze bû ji bo hêzên ewlehiyê û xebatkarên saziyên kamuyê kursa zimanê Tirkî hat vekirin.
Perwerdeya mamosteyên Sûriyeyî yên ku li navendên perwerdeya gel perwerdeya zimanê Tirkî hildane du rojên hefteyê wekî 5 dersan tê dayîn. Kursên ku bi tevahî 100 kursiyer beşdar bûn dê seranserê 12 hefteyan dewam bikin.
Kursiyerên ku kurên zimanê Tirkî da bi ser ketin dê bikarin ku bi zimanê axaftinê ya rojane peyvan bi kar bînin û bi hevokên hêsan xeberdin.
Li herêmê tê armanckirin ku bi perwerdeya dê peywirdarên kamuyê û hêzên ewlehiyê hildin va qabîliyeta axaftina Tirkî ya rojane bê bidestxistin.AA