Ji bo xwepêşanên li Iraqê lêpirsîn hat destpêkirin

Hikûmeta Iraqê der barê xwepêşanên 3 kes mirin û 60 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin

Ji bo xwepêşanên li Iraqê lêpirsîn hat destpêkirin

Hikûmeta Iraqê der barê xwepêşanên 3 kes mirin û 60 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Iraqê da hat gotin der barê xwepêşanên li Bexda û gelek wîlayetên din çêbûn da bilez lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê da Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî got ew tu ferqê naxin di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê lê, ew kesên bi zanetî aştiya gel û pergala kamuyê xirab dikin, dirûşmeyan berz dikin û dibin sedema mirina mirovan jî baş nas dikin.

Abdulmehdî got daxwazên gel wê li gor qanûnan bên bicihanîn û ji bo ku daxwazên gel hîn bibin komîsyon hatine avakirin ku bixebitin.

Serokwezîr Abdulmehdî bangî gel kir ku ew aram tevbigerin û destûrê nedin kesên dijî Iraqê xebatan dikin.

Ji hêla din Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser Twîtterê daxuyand xwepêşandanên aştiyane di bin perê qanûna bingehîn da ne, ciwanên Iraqê benda îstihdamê da ne û wiha got: "Bicihanîna van daxwazên meşrû wezîfeya me ye."

- Li ser medyaya civakî hatin bal hevdu

Li Misrê cara ewil li dijî Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê çalakî hatibûn lidarxistin. Piştî vê li Iraqê jî li ser medyaya civakî peyamên wek "Em di 1ê Cotmehê da tên bal hevdu", "Di 1ê Cotmehê da tu jî derkeve, hûş nebe", "Kesê ji Misrê ji te wêrektir nîne" hatibûn parvekirin û bangî gel hatibû kirin ku ew derkevin kolanan, hikûmetê protesto bikin.

Li Bexdayê di xwepêşandanên duh hatibûn kirin da 3 xwepêşander miribûn û 60 kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE