Ji cîhanê peyamên piştgiriyê

Gelek dewletan peyamên sersaxî û alîkariyê şandin

Ji cîhanê peyamên piştgiriyê

Erdheja Elazığê li cîhanê deng veda. Ajansên nûçeyan yên navneteweyî nûçeya erdhejê bi awayekî lezgîn belav kirin. Pıştî erdhejê gelek dewletan peyamên sersaxî û piştgiriyê şandin.

Erdheja Elazığê ya ku mezinahiya wê 6 behbok û 8 bû li Iraq, Îran, Suriyê û İsraîlê jî hat bihîskirin.

Piştî erdhejê gelek dewletan peyamên sersaxî û piştgiriyê şandin.

Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin, ji ber erdhejê peyama sersaxiyê şand serok Recep Tayyip Erdoğan.

Serokkomarê KKTC’ê Mustafa Akıncı, Serokê Meclisa Komarê Teberrüken Uluçay, Serokwezîr Ersin Tatar û wezîran ji bo erdhejê peyam weşandin.

Serokkomarê Azerbaycanê İlham Aliyev, peyama sersaxiyê şand serok Erdoğan û got “em ji bo her tiştî hazir in.”

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê Tahir Siyala peyama sersaxiyê da.

Kazakistan, Kırgızistan, İran û GÜrcistanê jî peyama sersaxiyê şand.

Serokwezîrê Pakistanê İmran Han got “ em di van rojên dijwar de li cem Tirkiyê ne.”

Serokê Heyeta Îslamî ya Bilind ya Qudsê Şeyh İkrime Sabri jî peyama sersaxiyê parve kir.

Serokê Herêma Kurdan ya Iraqê Mesrur Barzani, peyama sersaxiyê şand Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu

Dewletên Balkanan jî peyamên piştgiriyê şandin.

Lîderên Bosna Hersek, Kosova, Arnavutluk Makedonyaya Bakur û Romanyayê peyamanên sersaxiyê weşandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres peyama sersaxiyê şand û got em ji bo alîkariyê hazir in.

Ji Yekitiya Ewropayê jî peyama piştgiriyê hat.

Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Charles Michel li ser medyaya civakî mesajek parve kir û got “Em ji bo birîndar û malbatên ku xizmên xwe winda kirine ji bo alîkariyê hazir in.”

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê peyama sersaxiyê şand û got “Ez gelek xemgîn bûm.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peyama xwe de got “Em li cem Tirkiyê ne.”

Serokwezîrê Yewnenistanê Kiryakos Miçotakis, peyama derbasiyê şand û got “Em ji dil û can li cem gelê Tirkiyê û serokê Tirkiyê ne.”

Moldova, Ûkrayna û Fînlandiyayê jî peyamanên sersaxiyê şandin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got, “birîndar û kesên merivên xwe winda kirine, dilê me bi we re ye”.

Parlamentoya AND’ê ku ji delwetên Hikûmeta Meksîkayê, Bolîvya Ekvador, Kolombiya, Perû û Şîliyê pêk tê jî peyama sersaxiyê şand.

Malezya û Nepalê jî mesaja sersaxiyê şand Türkiyeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE