Ji Cihûyên Ortodoks ên li Amerîkayê piştgiriya herekatê

Cihûyên Ortodoks ên ku li Amerîkayê dijîn û dijî siyonîzmê ne piştgirî da Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê.

Ji Cihûyên Ortodoks ên li Amerîkayê piştgiriya herekatê

Cihûyên Ortodoks ên li Amerîkayê dijîn û dijî siyonîzmê ne piştgirî dan Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê bi armanca korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê wê yê başûr ava bikin ji holê rake, aştî û aramiyê bibe herêmê dabû destpêkirin.

Bikarhênerê Twîtterê Şaul Ben Kîşê ku xwe wek "Berdevkê Antîsiyonîzmê" dide nas kirin ji ser hesabê xwe, dîmenên li pêş Neteweyên Yekbûyî hatine kişandin, tê da alaya Tirkiyeyê vekirine û Îsraîlê protesto dikin, weşand.

Ben Kîş hevoka "Tirkiye bi terorîzmê ra têdikoşe" parve kir û got ku ew wek Cihûyên Tewratê piştgiriyê didin Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Ji ber herekata ku Serokomar Erdogan li hemberî Sûriyeyê da destpêkirin em digel hemû dinyayê li cem miletê Tirk û hikûmeta wê ne."

Di parvekirineke xwe ya din da jî Ben Kîş got: "Li hemberî Trump, Amerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewropayê, NATO û yên din em li cem Tirkiyeyê ne. Di destê xwe da hêjandina alaya Tirkiyeyê ji bo me şanazî ye. Serokomar Erdogan bila serê te bilind be, em li cem te ne. Em ji Tirkiyeyê hez dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE