Ji Ciwanê Hewlêrî sifreya xwarinên herêmî

Ciwanê Hewlêrî xwarinên herêmî li ser sifreya erdê pêşkêşî mişteriyên xwe dike

Ji Ciwanê Hewlêrî sifreya xwarinên herêmî

Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê xwaringeheke bi dîwanxaneya xwe, stranên berê û xwarinên malê va balê dikşîne ji bo gelê hêrêmê û turîstan bûye cihekî navdar.

Xwediyê vê xwaringeha balkêş ciwanekî bi navê Mihemed Celal e ku ew xwarinan bi diya xwe va çêdike.

Qata binê ya xwaringehê bi wêneyên berê yên bajêr, xalîçeyên destan, neqş û tizbiyên rengîn va hatiye xemilandin.

Di qata binê ya xwaringehê da mişterî dikarin solên xwe derxin, li ser sifreya erdê rûnên û xwarina xwe bixwin.

Mihemed Celalê ji zarokatiya xwe vir va xwarinê çêdike û der barê perwerdeya xwarinê da du dîplomeyên wî hene ji nûçegihanê AAyê ra got ew berê di cihên xwarin, şêrînayî û qehwe lê tên çêkirin da xebitiye.

"Em rûyê Hewlêrê nîşanî turîstên ji dervayî welêt tên didin"

Mihemed got hewcedariya Hewlêrê li cihekî ku bajêr bi turîstan bide naskirin hebûye ku ew jî xwarinên navdar ên Hewlêrê yên wek dolme û kifteyan di xwaringeha xwe da difroşin, wêneyên hunermendên bûne malê gel di dîwarên xwaringehê da dadiliqînin.

Mihemed wiha axivî: "Em bi hişmendiyeke bazirganiyê tevnagerin, em xwarinên herêmî bi diya xwe va çêdikin û tînin li ser sifreyê. Ji bo ku em bi vî karî va rûyê Hewlêrê nîşanî turîstên ji dervayî welêt tên bidin me dest pê kir. Meriv tên vê derê ku bi kincên herêmî va wêneyan bikşînin. Him wêneyên berê yên Hewlêrê, him jî wêneyên hunermendan ên li paş ji bo wênekişandinê dibin cihekî baş."

Mihemed anî ziman ji Tirkiyeyê jî gelek mêvanên wan tên û wiha got: "Gelekî xwarinên me hez dikin, lewra em ji hêla çandê va nêzîkî Tirkiyeyê ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE