Ji Çînê tetbîqatên eskerî

Çînê piştî ziyareta Tayvanê ya Pelosî ragihand ku dê tetbîqatên eskerî bike

Ji Çînê tetbîqatên eskerî

Wezareta Parastinê ya Çînê piştî ku balafira Nancy Pelosiya Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê gihaşt Tayvanê ragihand ku dê ji îşev pê va li dora Giravê "hin tetbîqatên eskerî" bike. 

Tan Kefeiyê Berdevkê Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe da da zanîn ku li bakur, başûrê rojava û başûrê rojhilatê Giravê tetbîqatên hevpar ên ku dê hêmanên behrê û asîmanê beşdar bibin, li rojhilatê giravê testa fuzeyên konvansiyonel û li Geliyê Tayvanê telîma avêtina topên mesafe dirêj bên kirin. 

Berdevk Tan destnîşan kir ku "Artêşa Rizgariya Gelê Çînê armanca dijî derketina ziyareta Tayvanê ya Pelosî da ye, biryardar e ku desthilatdariya neteweyî û yekîtiya axê biparêzde."

Balafira ku Nancy Pelosiya Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê ê heyeta Kongreyê ya 5 kesî tê da bûn digel tehdîdên Çînû gihaştibû Çînê. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE