Ji DEAŞê dijî biryargeha Heşda Şabî ya li Diyalayê êrîş

2 kes hatin kuştin, 5 kes birîndar bûn

Ji DEAŞê dijî biryargeha Heşda Şabî ya li Diyalayê êrîş

Li bajarê Diyala yê li rojhilatê Iraqê, di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê da ji hêzên Heşda Şabî 2 jê hatin kuştin, 5 jê jî birîndar bûn.

Ji Ewlekariya Iraqê Yuzbaşi Hebîb eş-Şemrî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku milîtanên DEAŞê li rojhilatê bakurê Diyalayê êrîşî biryargeha Heşda Şabî ya li herêma "Nift Xane" kirin.

Şemrî diyar kir ku di êrîşê da ji hêzên Heşda Şabî 2 jê hatin kuştin, 5 jê jî birîndar bûn.

Rêxistina terorê DEAŞê hezîrana 2014an di serî da Mûsil, sêyeka axa Iraqê dagîr kiribû. Hêzên Ewlekariya Iraqê di berfanbara 2017an da beşeke mezin a axa di destê DEAŞê da vegerandibû. 

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE