Ji dendikên zeytûnan êzingan çêdikin

Efrînî piştî ku zeytûnên xwe dikin zeyt dendikên wan jî dikin êzing.

Ji dendikên zeytûnan êzingan çêdikin

Li Efrînê komkirina zeytûnan û karê mehserekirinê qediya. Niha jî fabrîqe ewilî dendikên wan hişk dikin û dûv re jî dikin êzing. Bi vî awayî him dendikên zeytûnan nabin çop, him jî ji bo germbûna di zivistanê de dibin sotemenî.

Li Efrînê fabrîqe pêşî ji zeytûnên şîn zeytê derdixin.Dûv re dendikên zeytûnan tên hişkkirin û ji wan jî komir tê bidestxistin.

Xebatkarên fabrîqeyan jî dendikên ku bûne wek êzing, dixin tûrikan.

Bi vî awayî him dendikên zeytûnan nabin çop, him ji bo zivistanê dibin sotemenî, him jî ji bo hin kesan dibin wesileya debarê.

Tê gotin ku ev yek ji bo xwediyên darên zeytûnan jî gelek baş e.

Ji ber ku êdî hewce nake cotkar darên xwe yên gelek kevin bibirin û bikin êzing.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE