Qesra Spî ragihand ku Behreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb "Şirîkê Sereke yê Ewlehiyê" yên Amerîkayê ne.
Berdevkiya Çapemeniya Qesra Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da wiha hat gotin: "Em didin bihîstin ku me îro him Behreyn û him jî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb wek Şirîkê Sereke yê Ewlehiyê yên Amerîkayê diyar kir."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wezîfeya "Şirîkê Sereke yê Ewlehiyê" bo Behreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb karekî taybet e û wiha hat gotin: "Ev rewş nîşaneyeke şirîkatiya me ya ewlehiyê ya nedîtî ye. Ev biryar di heman demê da wêrektiya me ya nedîtî, biryardarî û pêşengiya me jî nîşan dide."AA