Ji Ebadî sinyalên paşvekişîna namzediyê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku daxwaza wî ya ji bo serokwezîriya heyama duyemîn tune û peyama paşvekişîna ji namzediyê da.

Ji Ebadî sinyalên paşvekişîna namzediyê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku daxwaza wî ya ji bo serokwezîriya heyama duyemîn tune û peyama paşvekişîna ji namzediyê da.

Ebadî di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê kir de got ku "em hember telîmata Ayetullah Elî Sîstaniyê meqamê dînî rêz digirin û emê wê tetbîq bikin. Daxwaza min a ji bo serokwezîriya heyama duyemîn tune dê neçêbe jî. Ez ê girêdayî meqamê nemînim." û sinyal da ku ji namzediya serokweziriya hikûmeta nû paş vekişiya.

Ebadî got ku li Iraqê dewrkirina peywirê divê ne bi pevçûnên çekdarî divê bi rêyên aştiyane çêbin û got ku "Peywira me ya ji bo xizmeta gel heta ku hikûmeta nû bê avakirin dê bidome. Em ê dersa bi rêyên aştiyane dewrkirina peywirê bidin her kesî."

Li Iraqê meqamê dînî yê Şiî yê ku navenda wê Necef e Elî Sîstanî eşkere kiribû ku li welêt dê piştgirî nedin namzediya ji bo heyama nû ya kesên ku di heyamên borî de di îqtidarê de bûn. Ev daxuyanî wekî ji Necefê vetokirina Îbadiyê ku ji bo serokwezîriya heyama duyemîn hewl dide hatibû şîrovekirin.

Li Iraqê hilbijartinên giştî her çiqas di 12ê gulanê de hatibû kirin jî hikûmet ji ber nelihevkirinên siyasî hêj nehatiye ava kirin.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 09:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE