Ji Elawî pêkhateya bi navê "Platforma Iraqê"

Serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymana Wetaniyeyê Iyad Elawî ragihand ku wan bi navê "Platforma Iraqê" pêkhateyeke nû ya siyasetê ava kir.

Ji Elawî pêkhateya bi navê "Platforma Iraqê"

Serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymana Wetaniyeyê Iyad Elawî ragihand ku wan bi navê "Platforma Iraqê" pêkhateyeke nû ya siyasetê damezirand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Elawî da hat diyarkirin ku di bin serokatiya Elawî da bi navê "Platforma Iraqê", pêkhateyeke nû ya siyasetê ku navenda wê dê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê be, hat damezirandin.

Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku parlamentera berê Ala Mekî wekî berpirsa konseya navendî ya platformê ya li herêmê hat hilbijartin û herwiha hejmara endamên konseyê jî wekî 16 endaman hat kifşkirin.

Hedefên sereke yên pêkhateyê jî wekî "nûkirina pergala siyasî, jinûva sazkirina saziyên dewletê ya li ser standardên liyaqatê û dûrî marjînalkirin û mezhebparêziyê, têkoşîna dijî gendeliya darayî û îdarî, guhertina komîsyona hilbijartinê û verastkirina qanûna hilbijartinê" hatin rêzkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE