Ji Erebistana Siûdî bo hevkariya DYA-YPG/PKKyê alîkarî

Erebistana Siûdî 100 milyon dolarê din jî da hevkariya DYA-YPG/PKKyê.

Ji Erebistana Siûdî bo hevkariya DYA-YPG/PKKyê alîkarî

Erebistana Siûdî 100 milyon dolarê din jî seba hevkariya DYA û YPG/PKKyê da.

Li gor nûçeya New York Tîmesê, rêveberiya Riyadê 100 milyon dolar pereyê ku teahûd kiribû wê bona herêmên ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatibûn xilaskirin bide duh di dema ziyareta Pompeo da razande hesabên hikûmeta Amerîkayê.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji bo mijara wendabûna rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi duh Erebistana Siûdî ziyaret kiribû. Dema alîkariyê û vê ziyaret bal kişand.

Rayedarekî ku di siyaseta Sûriyeyê da pispor e û naxwaze navê xwe bide daxuyanî da rojnameya New York Timesê û wiha got: "Ev lêrastanîna ziyaretê mimkun nîne ku tesaduf be." 

- McGruk îdia red kirin

Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî daxuyanî da û got ku tu eleqeya dayîna vî pereyî û ziyareta Pompeo bi hevdu ra tuneye. McGurk got ku Erebistan Siûdî dayîna vî pereyî di meha tebaxê da teahûd kiriye û dawiya mehên payîzê jî bona razandinê plan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 12:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE