Erebistana Siûdî daxuyand ew piştgiriyê didin darbeya eskerî ya li Sudanê.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) da wiha hat gotin "Qraliyeta Erebistana Siûdî piştgiriyê dide gavên ji hêla Konseya Derbasbûnê ya Eskerî va hatine îlankirin û dibêje em li cem gelê Sudanê ne."
Hat gotin Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz telîmat daye ku ji Sudanê ra derman, genim û alavên neftê bên şandin.
Ji hêla din Konseya Derbasbûnê ya Eskerî duh êvarê biryarnameyek weşand û daxuyand 8 kes wek endamên konseyê hatine wezîfedarkirin. Ji artêşê 6, ji ewlehiyê kesek û ji îstixbaratê jî kesek tevahî 8 kesên hatin wezîfedarkirin sond xwarin û dest bi wezîfeyê kirin.
AA