Parlamentoya Fasê ji bo jin û zarokên ji Fasê yên li Iraq û Sûriyeyê mane û nikarin vegerin da biryar da ku komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.
Li gor daxuyaniya kesekî ji parlamentoyê yê ku naxwaze navê xwe bide Sekreterê Giştî yê Partiya Esalet û Hevdemiyê Ebdulletîf Wehbiyê ku serkêşê muxalefetê ye wek serokê vê komîsyonê hat wezîfedarkirin.
Komîsyon wê bi welatiyên Fasê yên li Iraq û Sûriyeyê ne ra eleqedar bibe, civîna ewil jî wê roja duşemê çêbibe.
Partiya Esalet û Hevdemiyê di meha sibatê da serî li Serokatiya Parlamentoyê dabû û ji bo rewşa jin û zarokên ji Fasê yên li herêmên rageşî lê hene bê şopandin, girtîgeh û navendên binçavkirinê bên ziyaretkirin avakirina komîsyonekî xwestibû. Partiyê xwestibû bila van jin û zarokan bînin welêt.
Li gor agahiyan hezar û 692 welatiyên Fasê beşdarî DEAŞa rêxistina terorê bûne.
AA