Ji Filistînê daxuyaniya "Em nikarin naskirina Îsraîlê bidomînin"

Serokwezîrê Filistînê Mihemmed Iştiyye got, "Ji ber ku Îsraîl me nas nake, em nikarin naskirina Îsraîlê bidomînin"

Ji Filistînê daxuyaniya "Em nikarin naskirina Îsraîlê bidomînin"

Serokwezîrê Filistînê Mihemmed Iştiyye got, "Ji ber ku Îsraîl me nas nake, em nikarin naskirina Îsraîlê bidomînin."

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Iştiyye hat dayîn, Iştiyye fitara xwe li El-Xelîla bajarê Şerîaya Rojava ku di bin îşxalê da ye, vekir.

Iştiyye di bernameya fitarê da axivî û got ku Konseya Navendî ya Filistînê û Konseya Neteweyî ya Filistînê ku girêdayî Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê ne, wê cardin li ser hemû peymanên ku bi Îsraîlê ra hatine kirin, bisekine û wiha got, "Ji ber ku Îsraîl me nas nake, em nikarin naskirina Îsraîlê bidomînin."

Iştiyye her wiha bangî Filistîniyên li derveyî welêt dijîn kir ku vegerin welatê xwe û li welatê xwe veberhênanê bikin, ew ê ji her alî va piştgiriyê bidin wan.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 10:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE