Di navbera Fona Pêşketina Qeterê (QFFD) û Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) da ji bo ku piştgiriya pêşketineke domdar bidin welatên kêm pêşketî, protokolek hat îmzekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya QFFDyê da hat destnîşankirin, tê xwestin ku di navbera herdu welatan da di warê alîkariyên mirovî da hevkariyeke stratejîk were damezirandin.
Hat balkişandin, protokol ji bo keşfkirina mekanîzmayên nû yên hevkariya di warê pêşketina navneteweyî da destpêkek e û her wisa armanca protokolê jî ew e ku li welatên feqîr û herêmên şer lê heye, piştgiriya pêşketineke berfireh bike û hêviya aştî û edaleteke domdar qewîn bike.AA