Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axivîn û Macron got ew her tim ji bo diyalogê amade ye û girîngiyê dide têkiliya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE).
Ji Qesra Elyseeyê der barê axaftina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.
Hat gotin axaftina Macron û Erdogan saetekê dewam kir, ew li ser mijarên Behra Spî, Libya û Sûriyeyê axivîn û Macron kêfxweşiya xwe anî ziman ku di navbera Tirkiye û Yewnanistanê da hevdîtinên îstikşafî wê dest pê bikin.
Macron bang kir ku divê di navbera Tirkiye û Rêvebiriya Rûman a Qibrisa Başûr da jî hevdîtinên wiha dest ê bikin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Serokomar Macron anî ziman ew her tim ji bo diyalogê amade ye, girîngiyê dide têkiliya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE). Divê ev eşkere be û rêzê nîşanî berjewendiyên her aliyê be.
Di daxuyaniyê da hat gotin Macron bangî Tirkiyeyê kir ku ew rêzê nîşanî desthilatiya welatên YEyê û hiqûqa navneteweyî bide, gavên rageşiyê bide destpêkirin yên yekalî dûr bisekine, i bo ku li Behra Spî aştî û hevkarî pêk bê gavan bavêje. AA