Ji girtîgeha Îsraîlê 6 girtiyên Filistînî reviyan

Ji girtîgeha Îsraîlê 6 girtiyên Filistînî reviyan

Hat ragihandin, li Îsraîlê 6 girtiyên Filistînî tunel kolan û ji girtîgehê reviyan.

Li gorî nûçeya KANa dezgeha weşana kamûyê ya Îsraîlê ê ku Rêveberiya Girtîgehan weke çavkanî nîşan da, li bakurê welêt ji Girtîgeha Gilboayê 6 girtiyên Filistînî tunel kolan û reviyan. Hat diyarkirin, hêzên ewlekariyê li van 6 kesên navborî digerin.

Li gorî nûçeyê, yên reviyan Zekeriya ez-Zebîdiyê endamê Şehîdên El-Eqsayê yê baskê çekdar ê rêxistina Fethê, endamên rêxistina Cihada Îslamî Yaqûb Nûfeyat û her wiha Mihemed Qasim el-Arida, Yaqûb Mehmûd Qedrî, Eyhem Fûad Kemamcî, Mehmûd Ebdullah el-Arida ne.

Hat destnîşankirin, yên reviyan di girtîgehê da di heman qawîşê da diman û 10 metre tunel kolane.

Ji aliyekî din va malpera Walla Newsê diyar kir, hemî mehkûmên ku reviyane jî cezayê hebsê yê heta hetayî xwarine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE