Ji gumanbarên ku Moiseyê Serokê Dewleta Haîtiyê kuştin 4 gumanbar hatin kuştin

Ji gumanbarên ku Moiseyê Serokê Dewleta Haîtiyê kuştin 4 gumanbar hatin kuştin

Di operasyona dijî gumanbarên ku li gor îdiayê Jovenel Moiseyê Serokê Dewleta Haîtiyê kuştin da 4 kes hatin kuştin, 2 kes hatin binçavkirin.

Li gir nûçeyên çapemeniya herêmê hêzên ewlehiyê yên Haîtiyê ji bo girtina êrîşkarên ku Moise kuşt, li tevahiya welêt operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Rayedaran diyar kir, li dijî gumanbarên ku polêsan cihê wan tesbît kir opersyon hat kirin û di operasyonê da 4 kesên çekdar hatin berterefkirin, 2 kes jî hatin binçavkirin.

Claude Josephê Serokwezîrê Haîtiyê diyar kir ku êrîşkar eskerên bi kirê yên biyanî ne, bi Îngilizî û Îspanyolî diaxivîn.

Ji aliyê din va li gor tedqîqata hat kirin, di êrîşê da 12 gule li Moiseyê Serokê Dewletê ketine.

Komeke çekdar êrîşî mala Moiseyê Serokê Dewletê yê Haîtiyê (53) kiribû û ew di êrîşê da hatibû kuştin, Martine Moiseya jina wî birîndar bûbû.

Piştî kuştina Moise, Serokwezîrê berwext Claude Joseph li welêt rewşa acil îlan kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE