Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê hişyarî da got ku ew şer dibe bibe sedema şerê nukleerî.
Guterres li Navenda Giştî ya NYê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Ukrayna dişewite. Li pêş çavê hemû dinyayê ji holê tê rakirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Guterres bal kişand ser rewşa sivîlên ji ber şer perîşan bûne û ragihand ku di vî şerê hanê da encam çi dibe bila be biserketiyên vî şerê wê tunebe û bi tenê têkçûyiyên vî şerê wê hebin.
Guterres got ku ev şer êdî ji Ukraynayê jî wêdatir çû û wiha domand: "Ev di heman demê da li hemberî mirovên bêparêzî û welatê wan êrîşek e. Ukrayna di nav şer da ye û di heman demê da şûrê Demokles jî li ser aboriya gerdûnî û bi taybetî jî ser dinyaya pêş dikeve, dihêjike."
Ji bo zêdekirina asta alarma nukleerê ya ji alî Rûsyayê va jî Guterres got: "Em îhtimala pevçûna nukleerî ku demek qet li serê kes nedisekinî îhtimal heye dîsa derbikeve."
Antonîo Guterres got ku bila şerê li Ukraynayê bê rawestandin û wiha pê da çû: "Ji bo rawestandina wê sawa bi ser gelê Ukraynayê da kirin niha dema aştî û dîplomasiyê ye."
Guterres ji Tirkiye, Fransa, Almanya, Îsraîl, Hindistan û Çînê ra jî ji ber hewlên navbeynkariyê spas kir û ragihand ku li ser Ukraunayê qada ji firînê ra qedexe avakirin dibe ku bibe sedema zêdebûna rageşiyê.AA