Ji Hafterê bi fuze û topxaneyan êrîş

Milîsên girêdayî serkirdeyê çekdar Xelîfe Hafter ê li rojhilatê Lîbyayê, bi fuze û topxaneyan êrîşî Taxa Suuk el-Cuma ya nêzîkî Balafirxaneya Mitigayê kirin

Ji Hafterê bi fuze û topxaneyan êrîş

Milîsên girêdayî serkirdeyê çekdar ê derbekar Xelîfe Hafter ê li rojhilatê Lîbyayê, bi fuze û topxaneyan êrîşî Taxa Suuk el-Cuma ya nêzîkî Balafirxaneya Mitigayê ku li paytextê yekane balafirxaneya sivîl e, kirin.

Ji danê êvarê şûnda li bajêr gelek carî dengê teqînên bihêz hat bihîstin. Şahidan destnîşan kir ku Taxa Suuk el-Cuma ya nêzîkî Balafirxaneya Mitigayê bi gelek fuze û topxaneyan hat gulebarankirin.

Herwiha daxuyanî nehat dayîn ka di êrîşan da tu ziyana canî heye an na.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di hevdîtina xwe ya duh da banga agirbestê kiribûn û lewma jî ji ber ku ev êrîşa navborî piştî vê daxuyaniyê hat kirin, bal kişand.

Konseya Bilind a Dewleta Lîbyayê û Konseya Serokatiya Hikûmeta Rêketina Neteweyî (HRN) ragihandibûn ku bangewaziya agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê ji bo wan ciyê kêfxweşiyê ye.

Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê jî yekîneyên HRNyê jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezeb" kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE