Ji Hemasê bo êrîşên Îsraîlê nirxandina "sûcê şer"

Rêveberê Hemasê Îzet er-Rişk: "Îsraîlê li Xezeyê li deverên ku şênî lê hene, bîna û sivîl kirin armanc ku ev yek sûcê şer e. Aliyê Îsraîlê bi vê polîtîkaya xwe va dê îstiqrarê neyne"

Ji Hemasê bo êrîşên Îsraîlê nirxandina "sûcê şer"

Hemasê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê li deverên ku şênî lê hene, bîna û sivîl kirin armanc ku ev yek sûcê şer e.

Rêveberê Hemasê Îzet er-Rişk di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Îsraîlê li Xezeyê li deverên ku şênî lê hene, bîna û sivîl kirin armanc ku ev yek sûcê şer e. Aliyê Îsraîlê bi vê polîtîkaya xwe va dê îstiqrarê neyne."

Li Xezeyê roja înê di dema xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" da bi guleya nîşandar du eskesên Îsraîlê birîndar bûbûn û dû ra şidet gur bûbû. Îsraîlê li dijî herêmên şêniyên sivîlan êrîşên asîmanî kiribûn û wekî bersiv jî ji Xezeyê roket hatibûn agirkirin.

Artêşa Îsraîlê bi hincetê ku duh ji Xezeya dorpêçkirî gelek roket hatin agirkirin, bi balafirên şer li dijî herêmê êrîşa asîmanî dabû destpêkirin. Di êrîşên Îsraîlê da 7 Filistînî ku di navê da dergûşeke keç a 14 mehî û diya wê jî hene şehîd bûbûn. Di encama agirkirina roketan da jî yek jê giran 2 Îsraîlî jî birîndar bûbûn.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî gelek avahiyên li Xezeyê da bînaya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) lê ye hilweşiyabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE