Ji Heyva Sor a Tirk bo Êzdiyên li Iraqê alîkariya alavên xurek û paqijiyê

Heyva Sor a Tirk 1500 qoliyên alavên xurek û paqijiyê wekî alîkarî da koçberên navxweyî yên Êzdî ku li parêzgeha Duhokê ya Iraqê di kampekê da dimînin.

Ji Heyva Sor a Tirk bo Êzdiyên li Iraqê alîkariya alavên xurek û paqijiyê

Heyva Sor a Tirk 1500 qoliyên alavên xurek û paqijiyê wekî alîkarî da koçberên navxweyî yên Êzdî ku li parêzgeha Duhokê ya Iraqê di kampekê da dimînin.

Wezîrê Berpirsê Karûbarên Pêkhateyên Dînî û Nijadî yên Herêma Kurdistana Iraqê Aydin Merûf, Serokê Delegasyona li Iraqê ya Heyva Sor a Tirk Murat Ozguven û Konsolosê Tirkiyeyê li Hewlêrê Hakan Karaçay beşdarî organîzasyona alîkariyê ya li Kampa Esyan a li Duhokê bûn.

Karaçay di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Êzdiyên ku ji zilma rêxistina terorê DEAŞê revîn li vê kampê dimînin. Daxwaza Êzdiyan jî ew e ku vegerin malên xwe. Lêbelê li ber vê daxwaza wan astengeke mezin heye ku ew jî hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengalê ye û çalakiyên wê ne.

Êzdiyên ku ji ber rêxistineke terorê ya qatil revîn, vê carê ji ber rêxistineke terorê ya din a qatil PKKyê nikarin vegerin malên xwe. Daxwaza me jî ew e ku îstiqrar were edilandin da ku Êzdî bikaribin vegerin malên xwe. Lewma jî zehf girîng e ku dawî li hebûna PKKyê ya li wê derê were anîn."

Konsolos Karaçay bal kişand ku Tirkiye bêyî cudahiya dîn, ziman û nijadê, alîkariyên mirovî dike û her wiha ji bo Êzdiyan jî dem demî li kampên ku Êzdî lê ne, alîkariyan organîze dike û ew ê van alîkariyên xwe bidomîne jî.

Serokê Delegasyona li Iraqê ya Heyva Sor a Tirk Murat Ozguven jî diyar kir ku li Kampa Esyan a li Duhokê qedera 2 hezar malbatî dimînin û wiha dewam kir, "Ev malbat hemû Êzdî ne. Bi beşdariya Wezîrê Berpirsê Karûbarên Pêkhateyên Dînî û Nijadî yên Herêma Kurdistana Iraqê Aydin Merûf me hezar qoliyên alavên xurek û 500 qolî jî yên alavên paqijiyê anîn. Ev alîkariyên me yên ji bo Êzdiyan dê bidomin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE