Ji ÎHHyê bo 2 hezar û 500 xwendekarên li Afrinê alîkariya qirtasiyeyê

Ji ÎHHyê bo 2 hezar û 500 xwendekarên li Afrinê alîkariya qirtasiyeyê

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH) taximên qirtasiyeyê li 2 hezar û 500 xwendekarên li navçeya Afrinê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê belav kirin.

Di taximên hatin belavkirin da alavên qirtasiyeyê yên wekî lênûsk, pênûs, jêbir, pênûstraş, cureyên boyaxê û taxima cedwelê hene.

Berpirsê Çapemeniyê yê Xebatên ÎHHyê yên li Sûriyeyê Selim Tosun di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bi vebûna dibistanan va wan dest bi fealiyetên xwe yên li Sûriyeyê kirin.

Tosun diyar kir ku wan alîkariya qirtasiyeyê da xwendekarên mihtac ên li herêmê û wiha dewam kir, "Li Afrinê bi destpêkirina perwerdeyê va mîna her salan îsal jî me ji bo xwendekarên xwe yên xwedî pêwîstî, taximên qirtasiyeyê amade kirin û li wan belav kirin."

Tosun diyar kir ku wan li navenda bajêr û li gundên çiyayî taximên qirtasiyeyê li 2 hezar û 500 xwendekarên ku perwerdeyê distînin belav kirin. Tosun her wisa got ku fealiyetên wan ên belavkirinê yên li herêmên din ên Sûriyeyê jî didomin.

ÎHH li Sûriyeyê ji sala 2011an ku şerê navxweyî dest pê kir û vir va xebatên alîkariya mirovî didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE