Ji ÎHHyê bo Misilmanên Arakanî alîkariya kincan

Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHHyê betanî, fayke û şal li zêdetirî 30 hezarî Misilmanên Arakanî ku koçî Bangladeşê kirine belav kirin

Ji ÎHHyê bo Misilmanên Arakanî alîkariya kincan

Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHHyê wekî alîkarî betanî, fayke û şal li zêdetirî 30 hezarî Misilmanên Arakanî ku koçî Bangladeşê kirine belav kirin.

Li gorî daxuyaniya weqfê, Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH di alîkariyên xwe yên ji bo Misilmanên Arakanî ku ji ber qetlîama li dijî wan, ji Myanmarê reviyan û xwe spartin Bangladeşê da berdewam e.

Di çarçoveya kampanyaya zivistanê ku bi durişma "qenciyeke germ" tê meşandin da betanî, fayke û şal li zêdetirî 30 hezarî Misilmanên Arakanî ku koçî Bangladeşê kirine belav kirin.

Di daxuyaniyê da cih dan nêrînên berpirsê ÎHHyê Mucahît Demîr jî. Li gorî vê, Demîr diyar kir ku Arakanî li bajarê Cox's Bazar ê Bangladeşê li kampên paneberan di xaniyên bê ser û ber da dimînin û di nav şertên pir dijwar da dijîn.

Mucahît Demîr bal kişand ku armaca wan ew e ku hema qet nebe, ji birîna wan ra hinekî bibin derman.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE