Ji ÎHHyê bo Yemenê alîkarî

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH) alîkariya xida û derman şand Sanaya paytextê Yemenê

Ji ÎHHyê bo Yemenê alîkarî

Bi destê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH) alîkariya xida û derman bo Sanaya paytextê Yemenê hat şandin.

Li gorî daxuyaniya weqfê, ÎHH li deverên cuda yên Yemena ku krîza mirovî derketiye asteke pir xeternak, xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Herwiha hat diyarkirin li weqfê li vê derê 2 projeyên din jî kirin dewrê.

Di çarçoveya projeyan da ji bo 45 rojan nan li 5 hezar mirovên li paytext Sanayê hat belavkirin. Ji xeynî vê, ji bo 400 nexweşên qansêr û diyalîzê yên li "Navenda Miqatebûnê ya Nexweşan a Yemenê" ku kargeriya wê bi destê Dezgeha Alîkariyê ya Daruşafaqaya Yemenê tê kirin û ÎHH jî piştgiriyê didê, alîkariya xida û derman a ji bo 3 mehan hat kirin.

ÎHH ji bo ku bikaribe li Yemenê alîkariyên xwe yên mirovî bidomîne, li benda alîkariya xêrxwazan e.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE