Ji hilbijartina parlamenteriyê ya HKIyê partiyek vekişiya

Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê ji hilbijartina parlamenteriyê ya 30ê îlonê vekişiya.

Ji hilbijartina parlamenteriyê ya HKIyê partiyek vekişiya

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serokê Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê Berhem Salih diyar kir ku ew ê di 30ê îlonê da beşdarî hilbijartina parlamenteriyê ya HKIyê nebin.

Salih li navenda partiyê a li Hewlêrê bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hat bal hev. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin û Salih tê da axivî. Salih diyar kir, wan biryar da ku "beşdarî hilbijartinê nebin."

Salih got ku HKI di nav krîzên cidî da ye û ji bo derbaskirina vê pêdivî bi lihevkirina neteweyî heye û wiha dewam kir:

"Ez serkeftina namzedên ku wê têkevin hilbijartinê dixwazim. Êdî taqetê HKIyê tuneye ku ji bin krîzên din rabe û ji ber vê yekê divê bi lihvkirina neteweyî va pirsgirêkên herî mezin ên gel werin tesbîtkirin û çareserkirin."

Salih li ser îdiaya ku partiyên siyasî yên Kurdan wê wî wek namzedê serokomariyê yê hevpar di hikûmeta koalîsyona nû ku wê li Bexdayê were avakirin da nîşan bide jî wiha got, "Tu rastiya vê yekê tuneye. Tiştekî wisa tuneye."

Serokwezîr Barzanî jî diyar kir ku ew rêzê nîşan didin ku Salih û partiya wî beşdarî hilbijartinê nabin û ew hêvî dikin ku hilbijartina parlamenteriyê ya 30ê îlonê di dîroka kifşkirî da û bê pirsgirêk were kirin.

Berhem Salih salên dûr û dirêj di Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da wezîfe hildan û herî dawîn dema ku 2yemîn sekreterê giştî yê YNKê bû, ji ber lihevnekirinên nav partiyê îstifa kiribû.

Salih di 25ê cotmeha 2017an da Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê ava kiribû û cara ewil beşdarî hilbijartina giştî ya 12ê gulanê bûbû û 2 parlamaneter qezenc kiribû.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 02 îlon 2018, 18:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE