JI HKIyê li ser hebûna PKKyê ya li Şingalê daxuyanî

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizeyî diyar kir, rewşa ku PKKya rêxistina terorê li Şingala navçeya Mûsilê çêkiriye, nayê qebûlkirin

JI HKIyê li ser hebûna PKKyê ya li Şingalê daxuyanî

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî diyar kir, rewşa ku PKKya rêxistina terorê li Şingala navçeya Mûsilê çêkiriye, nayê qebûlkirin.

Dizeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser hebûna PKKyê ya li Şingalê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê sekinî.

Dizeyî ji bo pirsgirêkên ku ji ber hebûna PKKyê ya li Şingalê dertên got, "Ji ber ku Heşda Şebî hate Şingalê loma PKK û komên girêdayî wê li navçeyê hakimiyet ava kir."

Dizeyî bi bîr xist ku alîgiren PKKyê demek berê nehîştin ku rêvebirên Şingalê yên meşrû têkein navçeyê û diyar kir, ji ber ku li Şingalê xizmet nayê kirin, pirsgirêka ewlehiyê heye û hêzên nemeşrû lê hene, piraniya sivîlan loma nikarin vegererin.

Dizeyî destnîşan kir ku divê Şingal demildest normalîze bibe û sivîl vegerin malên xwe û wiha dewam kir, "Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku ev kom vekişin divê gav bavêje. Divê îdareya meşrû ya Şingalê cardin vegere navçeyê. Em naxwazin ku li wê derê tu kaos çêbin."

- Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê

Dizeyî diyar kir ku Herêma Kurdistanê perçeyeke Iraqê ye û wiha axivî, "Divê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê normalîze bibin. Herêma Kurdistanê perçeyeke Iraqê ye. Piştî bûyerên par, vêga rewşa asayî bûye."

Dizeyî diyar kir, di budçeya 2019an a Iraqê da ji bo para herêma Kurdistanê îtiraz hene û ji bo guftûgokirina mijarê heyeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û wiha dewam kir:

"Partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê him di hikûmeta nû ya Iraqê da him jî di parlamentoyê da bi awayekî xurt cih girtin. Têkilî merhale merhale ber bi normalbûnê va diçin. Di pêşnûmaya budçeya Iraqê da divê benda li ser para herêma Kurdistanê û bendên ku hemû welêt eleqedar dikin, werin serastkirin."

Dizeyî ji bo nefta Kerkûkê ku wê cardin sewqî Lîmana Ceyhanê bibe jî wiha axivî:

"Nefta Kerkûkê heke ji 1ê rêbendana 2018an pê va bihata îxrackirin, vêga 6 milyar dolar dahat wê bihata. Meriv dikaribû vê dahatê li gelek qadan bi kar bianiya. Bi taybetî meriv dikaribû ji bo pirsgirêkên li Besrayê xerc bikira."

- Têkiliyên bi Tirkiyeyê ra

Dizeyî diyar kir ku têkiliyên bi Tirkiyeyê ra li ser asasên dostanî, aborî, vejen û qadên din ava bûne û destnîşan kir ku piştî bûyerên par hinekî dûrketin çêbû, lê têkilî qut nebûn.

Dizeyî bal kişand ku têkiliyên bi Tirkiyeyê ra di salên 1990î da dest pê kirin û ji wê rojê pê va têkilî timî eynî nînin û wiha dewam kir, "Pêkan e ku têkilî xurtir bibin. Vê gavê têkiliya me bi Tirkiyeyê ra baş e. Ji ber ku bi Tirkiyeyê ra di hemû qadan da têkiliyên me dimeşin, em kêfxweş in."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2018, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE