Ji Îbadî daxuyaniya Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê Heyder el- Îbadî: "Ji bo ku Kurd li meclisê tevî tifaqa çaralî bibin û koalîsyona herî mezin ava bibe, mijara Kerkûkê nebûye mijara nîqaşê."

Ji Îbadî daxuyaniya Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir, ji bo ku Kurd li meclisê di nav koalîsyona mezin da cih bigrin, Kerkûk nebûye mijara bazariyê.

Li gor nûçeyên medyaya herêmî Îbadî li paytext Bexdayê bi parlamenterên Koalîsyona Nasrê (Serkeftin) ku di hilbijartina dawîn da bû sêyemîn û bi hin çavdêrên siyasî ra hevdîtin kir.

Îbadî di civînê da axivî û wiha got, "Ji bo ku Kurd li meclisê tevî tifaqa çaralî bibin û koalîsyona herî mezin ava bibe, mijara Kerkûkê nebûye mijara nîqaşê."

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî "bê şert û merc" tevî koalîsyona ku wê were avakirin bibin.

Serkeftiyê hilbijartina 12ê gulanê koalîsyona Saîrunê ya Muqteda es-Sedr, koalîsyona Nasrê ya Serokwezîr Heyder el Îbadî, kolîsyona Hikûmeta Neteweyî ya Ammar el-Hekîmê serokê şîeyan û koalîsyona Wataniyeyê ya Iyad Ellawiyê Serokwezîrê berê di 20ê tebaxê da daxuyandibûn ku seba avakirina hikûmetê wan koalîsyoneke çaralî ava kiriye û ev koalîsyon îlan kiribûn.

Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê di 16ê cotmeha 2017an da bi operasyona hevpar a hikûmeta navendî ya Iraqê va ji Kerkûk û herêmên binîqaş vekişiyabû.

Tê îdiakirin ku Kurd ji bo di hevdîtinên avakirina hikûmetê da şertê ku Pêşmerge vegere Kerkûkê didin ber siyasetmedaran.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE