Li İdlibê ji ber êrîşên Rusya, rejima Beşar Esed û komên bi piştgiriya İranê, di du rojên dawîn da 20 hezar sivîlên din jî koçî ser sînorê Türkiyeyê kirin. Ji mijdara derbasbûyî vir va hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûn ji 379 hezarî derbas bû.
Ji ber dewamkirina êrîşên Rusya, rejima Esed û komên terorîst ku Îran li pişt wan e, ji navçeyên İdlibê Maarrutunnuman û Seraqibê û gundên dewrûberê, malbat cih û warên xwe di cih da dihêlin û koç dikin.
Li gorî agahiyên ku Midûrê Kordînatoriya Midaxaleyê ya Suriyeyê Mihemed Helac ku daneyên li ser sivîlên ji cih û warên xwe bûne berhev dike, bi peyamnêrê AAyê ra parve kir, di du rojên dawîn da 20 hezar sivîlên din jî neçar man û koç kirin.
Ji serê mijdara derbasbûyî heya niha hejmara kesên ku ji ber êrîşên rejim û Rusyayê koçî deverên nêzîkî sînorê Suriye-Türkiyeyê kirin, gihîşt 379 hezar û 523yan.
Beşek ji van sivîlan li deverên nêzîkî sînorê Türkiyeyê dihêwirin, beşeke din jî xwe li herêmên Herekatên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê digirin.
Ji ber ku di kampên li İdlibê da cih nemaye, cih tune ku lê konên nû bên vegirtin, binesazî tune û herwiha alîkarî kêm bûne, bi hezaran sivîl nikarin starekê bibînin ku serê xwe bixinê.
Bi hezaran malbatên ku ji ber êrîşan revîn û bêstar mane, li benda alîkariyê ne.
AA