Ji İranê bo şêwirmendên Trump rexne

Wezîrê Karên Derva yê İranê Cevad Zerîf: "Di mijara Îranê da şêwirmendên baş ên Serokê Amerîkayê Donald Trump tunene"

Ji İranê bo şêwirmendên Trump rexne

Wezîrê Karên Derva yê İranê Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku di mijara Îranê da şêwirmendên baş ên Serokê Amerikayê Donald Trump tunene.

Zerîf di panela bi sernavê "Di Avên Bipirsgirêk da Avakirina Piran: Kêmkirina Rageşiya li Kendavê" ya li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya 56emîn ku li Almanyayê dewam dike da axivî û wiha got, "Di mijara Îranê da şêwirmendên baş ên Serokê Amerikayê Donald Trump tunene."

Zerîf diyar kir ku Trump bi xêra şêwirmendên xwe qanî bûye ku rejima Îranê dê birûxe û lewma jî naxwaze bi rejimeke ku dê birûxe ra biaxive û wiha got, "Lewma jî İran û Amerika di mijara vegera li mizakereyan da bi ser neketin."

Zerîf diyar kir ku ew dixwaze rola İranê ya li herêmê were qebûlkirin û wiha dewam kir, "Ew (Amerîka) 41 sal e dixwazin rejimê biguherînin. Lêbelê 41 sal e bi ser neketin. Amerîka divê qebûl bike ku İran li vê herêmê rastiyek e."

Zerîf herwiha bal kişand ku ew li kêleka dinyaya Erebî ne û ew naxwazin bi tu cîranekî ra bikevin nava aloziyê û wiha îdia kir, "Li herêmê hin welat pereyê ku ji petrolê qazanc dikin, şûna ku bidin gelê xwe didin terorîstan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE