Ji Îranê bo Amerîkayê şertê ku li peymana nukleerê vegere

"Li hemberî gelê Îranê rêzgirtin, kêmkirina dijmintiyê û ji aliyê Amerîkayê va vegera li peymana nukleerê dê derfetê hevdîtinê saz bike."

Ji Îranê bo Amerîkayê şertê ku li peymana nukleerê vegere

Îranê ji bo ku bi Amerîkayê ra li ser maseya hevdîtinê rûnê, şertê "li peymana nukleerê vegere" da ber vî welatî.

Cara ewil şêwirmendê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Hemîd Ebûturabî bersiv da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku daxuyandibû ku ew dikare bêyî şertekî pêşîn bi Îranê ra rûnê.

Ebûturabî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Li hemberî gelê Îranê rêzgirtin, kêmkirina dijmintiyê û ji aliyê Amerîkayê va vegera li peymana nukleerê dê derfetê hevdîtinê saz bike."

Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya ligel Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ku ji bo seredana fermî li Washingtonê bû da diyar kiribû ku ew dikare bêyî şertekî pêşîn ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî rûnê û wiha gotibû:

"Heger Îran bixwaze em ê teqez hevdîtinê bikin. Tu pirsgirêk tuneye ku mirov bi însanên din ra xeberde. Bi taybetî jî di rewşeke wiha da ku tu yê bi van mirovan ra cengê bikî û însan dê bimirin, divê mirov hevdîtinê bike. Di vê da pirsgirêk tuneye. Ez bi lîderê Koreya Bakur ra jî rûniştim."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tîrmeh 2018, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE