Ji Jeffrey bo "herêma ewle" ya li Sûriyeyê daxuyanî

Jeffrey li New Yorkê di civîna çapemeniyê ya li dar xist da ji bo geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê daxuyanî da.

Ji Jeffrey bo "herêma ewle" ya li Sûriyeyê daxuyanî

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey der barê avakirina herêma ewle ya li Sûriyeyê da got: "Bi Tirkan ra peymaneke me ya eskerî ya ku xwedî aliyên siyasî jî heye. Vegera penaberan jî di nav da ji bo axaftina li ser zêdetir mijaran em amade ne. Em vê peymana eskerî heta ji destê me tê bi lez û awayekî durist disepînin." 

Jeffrey li New Yorkê di civîna çapemeniyê ya li dar xist da ji bo geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê daxuyanî da.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey got ku rejim hê jî dixwaze li Sûriyeyê serfiraziya eskerî bi dest bixe lê ji ber ku di zorê da ye Komîteya Makezagonê qebûl kir û wiha pê da çû: "Ew ji bo çareseriyên siyasî deriyên xwe jî vekirî dihêle. Di vê mijarê da sembolîk e û ji ber vê jî divê em zextê bidomînin."

Jeffrey plana herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ava bike, nirxand û wiha pê da çû: "Em bi Tirkiyeyê ra ev demeke dirêj e ku li ser vê mijarê dixebitin. "Weke ku gelek ji we jî zanin em di sala 2014an da wek perçeyekî koalîsyona dijî DEAŞê bo piştgiriya hêzên herêmî yên YPG/PYDyî ya bi PKKyê ra têkilî heye, ketin Sûriyeyê. Paşê HSDya ku şervanên Ereb jî di nav da ne beşdar bûn û bi tesîr bû. Me di sala 2018an da ber bi dawiya biharê bi Tirkan ra ji bo mijara Minbicê hewla lihevkirinê da lewra ji sala 1984an vir va ji rûyê PKKyê da gelek zirar gihîştiye Tirkan û ji ber van sedeman jî ew xwedî heq in û ji hêzên têkiliya wan bi PKKyê ra hene dikevin şikê. Me bi gelek mirovên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne ra hevdîtin kir, li wê derê gelek kom hene û dibêjin ku ji ber fikarê Tirk xwedî hincetê ne. Tirk xwedî alternatîfa eskerî ne û vê yekê jî li Efrînê, Cerablusê û el-Babê dijî hêzên PKK û DEAŞê emiland. Êrîş bi ser herduyan jî."

Der barê herêma ewle da Jeffrey dest nîşan kir ku ji bo li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û îstiqrar pêk bê, têkoşîna li dijî DEAŞê dewam bike û fikara Tirkiyeyê ya ji bo "hêzên herêmî" jî ji holê bê rakirin ew li ser pêşniyaza herêma ewle hevdîtinan dikin.

Jeffrey destnîşan kir ku vekişandina çekên giran û hêzên YPGyê yên ber bi cihên nû va jî di nav van hevdîtinan da cih digire.

Ji bo berayiya herêma ewle jî Jeffrey got: Em ê vê bi sê beşan bikin û heta niha ji sisêyan yek me hel kiriye. Ji herêmê ber bi herêmêke din û ji ber sedemên filan û bêvan diguhere, ewlehiya hêzên eskerî ya welatên sêyemîn jî di nav da ye û hêzên li wê derê digerîn jî di nav da ye. Di çarçoveya xebatê da vekişîna YPGê, vekişandina çekên giran, dewriyeya hevpar a Amerîka û Tirkiyeyê û li gor rewşa hewayê berayiya diguhere, hene." AA

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE