Ji Jeffrey daxuyaniya li ser "Mazlum Kobanî"

Jeffreyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û Nathan Salesê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî Terorê yê Amerîkayê piştî civînên Koalisyona Dijî DEAŞê yên li wezaretê hatin lidarxistin pirsên rojnamevanan bersivandin.

Ji Jeffrey daxuyaniya li ser "Mazlum Kobanî"

James Jeffreyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê bal kişand ser Ferhad Ebdî Şahînê ji serkeşên PKKya rêxistian terorê yê bi navê "Mazlum Kobanî" tê zanîn û got, "Em piştgiriyê nadin şexsan, didin HSDyê (YPG/PKK). Piştgirî jî ji bo heyamekê ye û berwext e."

Jeffreyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û Nathan Salesê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî Terorê yê Amerîkayê piştî civînên Koalisyona Dijî DEAŞê yên li wezaretê hatin lidarxistin pirsên rojnamevanan bersivandin.

Jeffrey bersiv da pirsa li her bi destê Tirkiyeyê piştî Herekata Kaniya Aştiyê li herêma ewledar bicîkirina milyonek penaberî û diyar kir ku di vê mijarê da ji Tirkiyeyê hin soz hildan.

Jeffrey destnîşan kir ku penaberên ji wê herêmê hatine ew ê bişînin bakurê Sûriyeyê û hemû pêvajoyê di çarçoveya rêgezên Komîseriaya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da dewam bike.

Jeffrey diyar kir ku Tirkiye di vê mijarê da bi UNHCR û Amerîkayê ra têkiliyan didomîne û wiha pê da çû: "Wekî mayîn di nav van penaberan da 350 hezar Kurd jî hene. Qismekî wan Kurdan ji DEAŞê, ya rastî qismekî wan jî ji ber PYD/YPGyê ji bakurê Sûriyeyê revîn. Nika dixwazin dîsa vegerin herêmê."

Wekî mayîn Jeffrey pirseke li ser piştgiriya Amerîka dide Ferhad Ebdî Şahînê ji serkeşên PKKya rêxistina terorê yê bi navê "Mazlum Kobanî" tê zanîn û wiha axivî: 

"Amerîka piştgiriyê nade şexsan. Em li dijî rêveberiya DEAŞê piştgiriya berwext didin HSDyê. Me ji bo pêşeroja tu rêxistineke li Sûriyeyê peyman çênekir. Di vê mijarê da ya girîng têkbirina DEAŞê ye. Di mijara Sûriyeyê da nêrîna me wekî ya biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî ye. Wekî ku em li bakurê Sûriyeyê bi HSDyê ra diaxivin li Oslo û Qahireyê jî bi komên mixalif ra diaxivin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE