Ji kabîneya Borîs Johnson îstifaya duyemîn

Wezîra xebatê Amber Rudd ji peywira xwe îstifa kir

Ji kabîneya Borîs Johnson îstifaya duyemîn

Wezîra Xebatê ya Îngilistanê Amber Ruddê eşkere kir ku ji peywira xwe îstifa kir.

Ruddê di peyama ku ji ser Twîtterê weşand da ragihand ku ji peyama xwe îstifa kir.

Wezîr Ruddê wek hinceta îstifaya xwe got ku Serokwezîr Borîs Johnson 21 parlementer ji koma parlementoyê ya Partiya Mihafazakar îxrac kir.

Ruddê got "Dema ku Mihafazakarên baş û sadiq tên îxrackirin ez nikarim temaşe bikim." û da zanîn ku ji koma parlementoyê ya partiya xwe jî veqetiya.

Jo Jonhsonê birayê Johnson jî pêr ji peywira xwe ya li kabîneyê û parlementeriyê îstifa kiribû.

Jo Johnson ji bo sedema îstifaya xwe gotibû ku di navbera sadaqata têkiliyên malbatê û berjewendiyên welêt da maye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE