Ji Kalin bo Serokê Amerîkayê Trump bersiv

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Brêz Donald Trump, xeletiyeke zehf xeternak e ku mirov Kurdan û PKK ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê da ye û baskê wê yê Sûriyeyê PYD/YPGyê wekî hev bibîne û miemeleyeke hemta nîşan bide.''

Ji Kalin bo Serokê Amerîkayê Trump bersiv

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump a der heqê Sûriyeyê da wiha daxuyand, "Brêz Donald Trump, terorîst nikarin bibin hevkar û mitefiqên we. Tirkiye li bendê ye ku Amerîka berpirsiyarên xwe yên hevkariya stratejîk bîne cih û herwiha ev yek jî di bin siya propagandaya terorê da nemînin"

Kalin ji ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da peyama Trump a ku gelek kesî bertek nîşan da û wiha got, "Brêz Donald Trump, xeletiyeke zehf xeternak e ku mirov Kurdan û PKK ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê da ye û baskê wê yê Sûriyeyê PYD/YPGyê wekî hev bibîne û miemeleyeke hemta nîşan bide. Tirkiye dibêje têkoşîna dijî terorîstan, ne dijî Kurdan. Em ê Kurdan û Sûriyeyiyên din li dijî gefa terorê biparêzin." 

Berdevk Kalin wiha berdewam kir, "Brêz Donald Trump, terorîst nikarin bibin hevkar û mitefiqên we. Tirkiye li bendê ye ku Amerîka berpirsiyarên xwe yên hevkariya stratejîk bîne cih û herwiha ev yek jî di bin siya propagandaya terorê da nemînin."

Trump ji ser Twitterê ragihandibû ku Amerîkayê dest bi vekişîna ji Sûriyeyê kir û têkoşîna dijî DEAŞê jî wê berdewam be.

Serokê Amerîkayê gefa aboriyê li Tirkiyeyê xwaribû heger PKK/YPGyê ji xwe ra bixe hedef û herwiha destnîşan kiribû ku ew ê li deverê, herêmeke ewle ku ji 20 mîlan pêk tê ava bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE