Ji Kalin û Altun bo Maduro peyama piştgiriyê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ji bo Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro peyama piştgiriyê weşandin

Ji Kalin û Altun bo Maduro peyama piştgiriyê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ku li welatê xwe rastî êrşeke bibombe hat û tiştek pê nehat, peyama piştgiriyê weşand.

Kalin di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê da wiha got, "Stay strong mi amigo (Hevalê min bihêz be)."

Bi heman awayî Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun jî peyamek weşand û êrîşa dijî Maduro şermezar kir.

Altun di peyama xwe da wiha got, "Em hewldana sûîqesda dijî Maduro şermezar dikin. Tirkiye li cem gelê Venezuelayê û serokê wê yê ku bi rêbazên demokratîk hatiye hilbijartin e. Brêz Serok derbasî be, Venezuela derbasî be."

Maduro li paytext Caracasê dema di merasimê da diaxivî, bi droneên teqemenî barkirî va êrîş hat kirin. Peywirdaran diyar kir ku di êrîşê da tiştek bi Maduro nehat û Maduro ji êrîşê filitî.

Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê Jorgi Rodriguez ragihand ku Maduro di hedefa êrîşê da bû û 7 esker birîndar bûn.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 14:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE